Bahri Altay Abuzer Osman Qerejdaxe Berbaye, youtube mp3 indir

İzlenme: 1.905

Bahri Altay Abuzer & Osman - Qerejdaxe Berbaye

Aşağıdaki alternatiflere de göz atmak isteyebilirsiniz

Şarkı indir, bedava müzik indir, youtube dönüştürücü

Ay delal ay delal…
Were delal, mi l’diyara diyarê sermîn im
Tavek’ ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e
Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê
Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e
Qasîda xelkê rêwî-werçîn e
Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna
Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna av-bayê xerbîn e
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Were delal lawiko, çiya sar e ji berfê ra
zozan xweş e ji kêfê ra
Qerejdax xweş e ji koçeriyê ra
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Delal ay delal…
Ay delal ay…
Were delal, xwedêo, berya jêrî, nav riya da
E’j’ta rast, tu j’nigê xam ciwaniya delêl ra
Mi l’diyara diyarê xana xerîb im
Tavek hilkişyayî berya boz hewayê, xwu berde b’berya cûlê ve
Were delal mi l’diyara diyarê mêrgemînê
Pezê lawikê min naxwo pelê melwendê, koka talelişîrê
Ez ê bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim
Qerimî l’ser darê bilûrê…
Delal ay delal…

Ay delal ay…
Were delal di semera çiyayê, di binya me ra
Pozê cûrê, pozê tûgêl û xêr û yarimcê giş xuyayî
Taximê sing û berê mi keçikê j’delalê dilê mi ra
Mîna bûrteqaleke j’bûrteqalê yafê ye
Hingivê sêrtê ye, xurmeka bexdayê, hêjîreka şingalê ye
Na wele taximê sing û berê mi keçikê j’delalê dilê mi ra
Nala mewijê hebabê, dimsa tizyanê, gûşyekî tiryê lawê qoce cibûr
Li diyarbekra şewitî di sindûqa ra bi ser hev da şîrêz daye
Were delal hatî yî mala sêvê zer e
Alemê kirrî bi weqyan e
Mi j’delalê dilê xwu ra kirîbûn berber e…
Delal ay delal…

Ay delal ay…
Were delal, xeberek j’mi ra hatî
Dibên delalê dilê te nexweş e
Li serê, mi go rebî ta delêl b’mirina wî be, rihê min têke berê
Were delal mala me vay, îşev çira me vêketî, agrê me daday
Birayê mi biçûk in, mektebayî, bavê min extyar e, li odê ye
Pîrek diya mi heyî, ji êvar da lihêf li serê xwe werdayî
Delal were taximê singê û berê mi keçikê ji te re mixela mayî
Delal ay delal… sirguno…